
Kurdistanmedia: Bi boneya hatina roja “Pêşmergê Kurdistanê”, çalakiyên teblîxî li Kurdistanê berdewam in.
Pêka nûçeya ku gehiştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, têkoşerên Demokrat bi armanca peyman nûkirina peymanê digel rêbaza Hizba Demokrat û xebata pêşmerge, li bajarê “Bokan û miyandûaw çalakiyên teblîxî ên berfireh bi rê ve birin.
“Pêşmergê Bajar” di navxwe ya welat de bi birêvebirina çalakiyên teblîxî ên berfireh, rêz ji 26-ê Sermawez roja “Pêşmergê Kurdistanê” girtin û ber bi vê roja dîrokî û pîroz ve çûn.
Vê carê xortên Demokrat li bajarê “Bokan”ê, wate “Pêşmergên çiya û bajar” bi alîkariya hevdu li ser cade û di nav gundên “Xetayî, Kilkeyî Sûçiyan, Sewzî, Serçinar, Kela Resûle sît, Pîrolî Baxî, Etablaxî û Qeremûsalî, otûbana Mehabad-Miyandûaw çalakiyên teblîxî bi rê ve birin.
Herwisa di nav bajarê Bokanê heya Miyandûawê û li ser cadeyê gundên wan du bajaran tirakt û wêneyên taybet bi vê rojê hatine belavkirin.
Di beşeke din a wan çalakiyane de, têkoşerên Demokrat li ser cadeyên Bokan-Seqiz û Bokan-Miyandûaw bi belavkirina posterên taybet rêz ji xebata pêşmerge girtin.