Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê Kurdistanê piştevanê Partiya Demokrat in

12:25 - 28 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Xelkê Rojhilatê Kurdistanê, di nav bajaran de çalakiyan birêvedibin û bi wî awayî, piştevaniya xwe ji PDKÎ re nîşan didin.

Pêka nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, endam û alîgirên PDKÎ li gundê “Nime Şîr” a girêdayê bajarê Banê, bi bilindkirina Alaya Kurdistanê, piştevaniya xwe ji PDKÎ û “Hêza Pêşmerge” re, nîşan dan.

Ew çalakî li roja Înê, 6`ê Befranbarê, di ser rêya wî gundî de, bi rê ve çû.

Endam û alîgirên PDKÎ di bajarên Rojhilatê Kurdistanê de, bi birêvebirina çalakiyên banghêjî bi berdewamî amadebûna xwe, bo her biryarekî PDKÎ, radigihînin.