
Welatiyek li bajarê Merîwanê bo rêzgirtin ji xweragirî û hewla pizîşk, peresdar û kadrên dermanî, gul pêşkêşî wan “Pêşmergên Spîpoş” kir.
Roja Şemî, 25`ê Nîsanê, welatiyekî xelkê gundê “Tengîser”, bi dabeşkirina gul di nav pizîşk û peresdaran û kadrên dermanî yên nexweşxaneya “Bû Elî” a bajarê Merîwanê, rêz ji hewl û têkoşana “Pêşmergên Spîpoş” yên wî bajarî girt.
Xelkê Kurdistanê bi berdewamî û bi awayên cuda, rêz ji mandîbûn û keda “Pêşmergên Spîpoş” digirin.
Di heyama derbasbûyî de, xelkê Merîwanê çend caran bo bilindragirtina cangorîkirina pizîşk, peresdar û kadrên dermanî yên Kurdistan û Îranê, çepik lêdabûn.
Herwisa parek ji Rêkxistinên medenî û xelkê xwebexiş di Kurdistanê de, bi rêya dijegemarkirina şeqam û kolanan û herwisa terxankirin û dirûna mask û kincên hewce bo pizîşk û peresdaran û heta xelkê re jî, bi awayekî xwebaxiş pişikdariya berengarbûn digel vîrûsa Koronayê kirin.
Xelkê Kurd û bajarên Kurdistanê bo karên mirovperwerane û piştevanî ji çalakiyên hemû qat û astên civakê, bi berdewamî pêşengî û pêşrewiya civakê kirine.
Di hember de, rejîma Îslamî ya Îranê ti hewlek bona terxankirina emrazên hewce bo nexweşxaneyan bi taybet di Kurdistanê de nade û nexweşxaneyên li Kurdistanê bi neçarî nexweşan wernagirin.