
Kurdistanmedia: Xebatkar û xelkên Kurdistanê, bo peyman nûkirin di gel rêbaza şehîdên Kurdistan, serdana tirbên şehîdan dikin.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, malbatên şehîdên “Alîkend” a girêdaiy bajarê Bokanê, serdana tirbên şehîdên Kurdistanêkirin û di gel armancên şehîdan peyman nûkirin.
Desteyek ji xebatkarên Demokrat, serdana tirba şehîd “Dr. Sultan” kirin.
Her di vê derheqê de, xebatkarên Demokrat, serdana dayîka şehîd “Sultan” kirin û serê xwe bo wê dayîka xebatkar çevandin.
Bi boneya 10`ê Xakelêweyê, salroja Şehîdên Kurdistanê, li seranserê Kurdistan, bi serdana malbatan bo tirbên şehîdan, di gel armanc û rêbaza şehîdan peyman nûdikin.