Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê Kurdistanê xwe û bajarên xwe qerentîne dikin

10:09 - 16 Adar 2020

Piştî hatina vîrûsa Koronayê di Îran û Kurdistanê de, welatiyên Kurdistanê dema ku mêze kirin rejîm ti hewlekî nade ji bo pêşîgirtina vîrûsê û dijegemarkirina gund û bajaran, bi xwe dest bi kar bûn û bajarên xwe dijegemar û qerentîne dikin.

Di gelek gund û bajarên Urmiyê de, welatiyan bi awayekî xwebexş kolan û şeqam dijegemar kirin û çavnihêrê navendên rejîmê neman.

Li bajarê Şinoyê “Saziya Jînko”yê, bi awayê xwebexiş besteyên alîkariyê bi xelkê wî bajarî re didan ku di malên xwe de neyêne derê û xwe di malên xwe de qerentîne bikin.

Li devera Şarwêran a ser bi bajarê Mehabadê jî, welatiyan pişî ji hemû hatûçûyekê girtin û ew devere bi awyekî giştî qerentîne kirine.

Li bajarê Seqizê jî, xelkê dilsoz bi xwe mask û kinc çê dikin û di nav xelkê de belav dikin.

Du bajarên Pawe û Ciwanro jî, ji aliyê xelkê ve hatine qerentînekirin û herwisa bazara bajarê Rewanserê jî roja Yekşemî bi awayekî giştî hate daxistin.