Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê Kurdistanê Yêk dil û hevxemê hevin

12:28 - 10 Adar 2020

Gelê me di Herêm û Bajarên seranserî Rojhilatê Kurdistanê, berdewamin li ser komkirin û gehandina alîkariyên xwe, bo xûşk û birayên xwe yên ku Gelyê kotol bi hegera Erdhejê xisar dîtibûn.

Her li dirêjiya kom kirina tiştên hewceye jiyan bo xelkê Kotol, li Kempeyna bi navê Bila em Kotolê bi tenê nehêlin, di çend gundên Gelyê Qasimlo û bitaybetî Gundê Beroj gelek alîkarî hate komkirin û şandin û gihandina bi deverên Erdhej lêdayî.

Herwisa di Taxa Terzilya ya Urmiyê ji di Kempeynekê de, gelek hewcehiyên jiyanê hatne kom kirin û şandin bo kesên xisar dîtiye deverên Kotol.

Ew tiştên ku zêdetir di wan kempeynan de hatibûne komkirin, Nan, Pêxwarin, Run, Birinc, Petû, Neft, pûşak û gelek tiştên dinê.

Hewceye bêjin ku di demsala zivistanê de bi hegera Erdhejê parek ji xelkê Gelyê Kotol û Bajarê Xoyê û Selmasê, bê mal û hal û perîşan bûn û gelek xisar geheşte wan, lê heya niha jî, rejîma dijîgeliye Îranê balde neçoye û çi alîkariye negehandiye xelkê xisar berkevtî, belkî ewa tenê Gelê Kurd bû ku li seranserî Rojhilatê Kurdistanê havara Kotokl de çun û bi avakirina Kempeynan, alîkarî kom kirin û gehandine wan.