
Xelkê nerazî yên Lubnanê di çendîn bajarên Lubnanê de li dijî Hizbullaha terorîst a Lubnanên hatine ser şeqaman û xwenîşandan kirin û rastî tundûtîjiya hêzên ewlehî û Hizbulaha terorîst hatin.
Di bajarê Beyrûtê de xelkê nerazî hatine ser şeqaman û li dijî Hizbullaha Lubnanê silogan dan û hêzên Hizbulahê bi gullereşandin û avêtina gazên rundikrêj bersiva wan dan.
Xelkê Beyrûtê li dijî çekkirina Hizbulaha terorîst silogana dan û hêzên Hizbulahê jî xelkê nerazî dane ber gulleyan û çendîn kes hatine birîndarkirin.
Xelkê nerazî li dijî çekdarên Hizbullahê çek hilgirtin û şer û pevçûn di navbera wan de qewimî.
Xelkê nerazî êdî hebûna Hizbulahê û rêberê wê girûpa terorîst naxwazin û wênayê Hesen Nesrûlah şewitandin û pêpes kirin.
Di nav wê xwenîşandanê de ku xelkê nerazî rastî tundûtîjiya hêzên ewlehî û çekdarên Hizbulaha terorîst hatin, pêka gotina Xaca Sor a Lubnanê nêzî 37 kes hatine birîndarkirin.
Piştî hatina vîrûsa Koronayê heya niha eve mezintirîn xwenîşandana xelkê Lubnanê li dijî gendeliya hikûmetê, çekkirian çekdarên Hizbulaha Lubnanê û mudaxilekirina rejîma Îranê di nav karûbarê Lubnanê de.