Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê Lubnanê naxwazin qedera wan wekî qedera Vênzoêlayê lê bê

13:06 - 24 Hezîran 2020

Xelkê Lubnanê bi awayên berdewam li dijî mudaxilekirina rejîma Îranê di nav karûbarê Lubnanê de û li dijî çekdarên Hizbulahê, xwenîşandanan dikin, pêka kurte vîdiyoyên ku di nav torên civakî de tên belavkirin, xelkê Lubnanê didin xuya ku naxwazin rastî qedereke reş ya wekî Vênzoêlayê bibin.

Xelkê Lubnanê di kurte vîdiyoyan de ku ji aliyê ciwanên wî welatî ve hatiye belavkirin, dane xuya ku, hekî em rejîma Îranê ji Lubnanê dernexin, emê dê rastî qedereke reş ya wekî welatê Vênzoêlayê bibin.

Bo xelkê Lubnanê derketiye ku bingeha sereke ya hemû aloziyên wî welatî di encama hebûn û mudaxileya rejîma Îranê di wî welatî de ye, lewma êdî naxwazin rejîma Îranê di welatê wan de bimîne û dixwazin destê rejîma Îranê ji welatê xwe biqertînin û xelkê Lubnanê naxwaze qedereke reş wekî Vênzoêlayê hebin.

Berê welatê Lubnanê, avedantirîn welat di Asiyaya Naverast de bû, her sal bi 100an hezar geştiyar serdana wî welatî dikirin.

Di rastiyê de, rewşa xelkê Îranê ji rewşa jiyana xelkê Vênzoêlayê xirabtir e û tevî wê ku xelk rastî dijwartirîn rewşa jiyanê hatine, berpirsên rejîma Îranê ew pere û îmkanatên heyî jî, ji wan distîne û bo Hizbulaha terorîst a Luybnanê dişîne.