Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê neraziye Êraqê, dest bi ser Parlemana wî welatî de girtin

11:55 - 28 Tîrmeh (Temûz) 2022

Xelkê bi kerb û kîne Êraqê bi nîşana nerizayetî li hember deshilatdarên welat, çune nava Parlemanê û dest bi ser de girtin û diruşmên bi dijî rejîma Îranê dan.

Şewa Çwarşemî li ser pêncşemiyê, hezaran kes ji xelkê Bexdayê û alîgirên Muqteda Sedr, êrîş kirne ser parlemanê p hêzên ewlehî nekarîn pêşya wan bigrin û ev xelkê nerazî çune nava parleman û bi dijî deshilatdarên Êraqê û rejîma Îranê dest kirne bi durişm danê.

Roja derbas bûyî xelkê bi dijî berbijêriya Mihemed Şiyae El Sûdanî ku kesekî girêdayî yê rejîma Îranê ye, nerizayetî dabûne kivşê, û daxwaz jê kiribûn ku ji kandîd bûnê vekêşe, lê şewê din wî xelkê alîgirê Sedir çun û parleman girtin.

Girtina Parlemana Êraqê jialiyê xelkê ve di demekê de bû Îsmaîl Qa1anî yê terorîst li bexdayê bûye û dema kerb û nerizayetiya xelkê Êraqê bi dijî rejîma Îranê û deshelatdarên Êraqiye girêdayî be rejîma Îranê dibîne, bi zor rewa xwere geheştiye.

Diruşma neraziyên Êraqî di nava Parlemanê de, digotin,: Îran here derwe, Îran welatê me berde, rejîma Îranê winda be, Îran desta tedexulkirina di welatê me bikêşe.

Hevdem digel girtina parlemanê, xelk rijiyane xiyewanan û dest bi ser çendîn organ û îdareyên hikûmetî de girtin.

Xelkê serhildayi yê Êraqê ragihandin ku ji helwêsta xwe paşvekêşî nakin.