
Kurdistanmedia: Xelkê parêzgeha Sîstan û Beûçistanê, bi hegera rabûna Lehiyê û binav kevtina sedan Gundan, rastî pisgirêkên zêde bûne û hewceyî bi alîkariyên lezgîn hene.
Pêka nûçeyên belavbûyî, piştî rabûna Lehiyê, di parêzgeha Sîstan û Belûçistanê de, rêkên hatûçû û weguhastinê rastî xisarên giran hatine, hatûçû di piraniya gundên dewerê de qut bûye, hewceyiyên lezgîn wekî, tunebûna naylonan, bo pêşîgirtina ava serbanan, tunebûna tiştên gerim kirina malan, kêmbûna Xêvet û çadiran, nebûna wesayîtên paqij kirina rêk û kolanan, kêmbûna kesên alîkarder û herwisa dibistan û xwendingeh jî hatine daxistin.
Nûnerê meclisa rejîm yê parêzgeha Sîstan û Belûçistanê, Elî Kurd, baskiriye ku bi tenê yek wesayîta paqij kirina befrê di wê parêzgehê de heye, îmkanatên alîkarî gehandinê bi qasî hewce tunînin.
Li wê derheqê de, berpirsê Îdareya Perwerde û pêgehandina parêzgeha Sîstan û Belûçistanê, Hemîd Riza Rexşanî, bas kiriye ku xwendingêh û dibsitanê dewerên zirar dîtine, 32 xwendingeh ji naw çûne, 344 xwendingeh xisarên giran pêketine.