
Saziya “Ceyş El-Edil” û herwisa pêşnivêjê bajarê Zahidanê di gotinên cuda de hişdarî dane ku nabe ew parêzgehe bê perçekirin û ew kar ti çareseriyek bo pirsgirêkan nake.
Roja Sêşemî 24ê Çirriya Paşîn, Saziya “Ceyş El-Edil” hişdariyeke miced daye wan kesan ku armanca wan perçekirina parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ye û herwisa zanayên Olî bi taybet pêşnivêjê bajarê Zahidanê, “Mewlana Ebdulhemîd” nerizayetiya xwe li ser pilana perçekirina parêzgehê nîşan dane û xelkê jî kempêneke 10 hezar kesî ya bi navê “Ne bo perçekirina parêzgeha Sîstan û Belûçistan”ê lidar xistin.
“Mewlana Ebdulhemîd” daye zanîn ew kesên ku dixwazin parêzgehê berçe bikin agehdar bin ku perçekirina parêzgehê ti pirsgirêkekî çareser nake û ya hêja ev e ku em hizir û aliyê xwe biguherin.
Herwisa navbirî ragihand ku bi cihê perçekirinê, cudatîdanîna çareser bikin; Bi mifahvergirtin ji kesên hêja û bi şiyan yên kêmiyên netewî û olî pirsgirêkan çareser bikin, berpirsên ku ti bernameyek bo xelkê xwe tinînin dixwazin bi tenê xelkê mijûlê pirsgirêkên wiha bikin ya baş ev e ku bi karnasiyekî zanistî û serast li pey çareserkirina pirsgirêkan bikevin.
Saziya “Ceyş El-Edil” pilana perçekirina parêzgeha Sîstan û Belûçistanê bi fitneyekî gemar ji aliyê rejîma Îranê ve bi nav kiriye û daxwaz ji xelkê Belûç, Sazî û kesayetiyên Belûçistanê li derve û hundir kiriye ku di hember wê pilana dujmin de, yekgirtî û yekdeng bin û hevpar xebatê bikin.