Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê parêzgeha Urmiyê ji qutbûnên lipeyhev ên berqê nerazî ne

11:40 - 17 Tebax 2021

Qutbûna li peyhev a berqê li parêzgeha Urmiyê xelk bêzar kiriye û hejmareke zêde ji kar û pîşeyên xelkê tûşî sekinînê bûne.

Birêveberê kompaniya dabeşkirina berqê li parêzgeha Urmiyê, “Ekber Hesenbeglo” gotiye ku li sala derbasbûyî de 33 hezar û 566 bikarhênerên nû yên berqê zêde bûne ku ew zêdebûn bi qasî %2.5 a parêzgehê ye û di wê parêzgehê de bikarhatina berqê bi qasî hezar û 131 Migawt e.

Herwisa navbirî gotiye ku berqa hewce bo wê parêzgehê hezar û 280 Migawat e û di demsala biharê ve heta niha 15 heta %20 bikarhatina berqê zêde bûye û pêka biryaran bi tenê em dikarin heta 920 Migawatan berqê bikar bînin û ji wê zêdetir be, em berqê qut dikin.

Gotinên wî berpirsê rejîmê di halekê de ye ku çendîn hezar Migawat berqa Îranê bo derveyî Îranê tê firotin lê xelkê Îranê ji wê berqê bêpar in.

Berdevkê Pîşeya Berqa Îranê, “Mistefa Recebî Meşhedî” 2 rojan berî niha Îdia kiribû ku heta 6 rojên bê me qutbûna berqê tinabe lê ew gotin çewt bûn û nerizayetiya xelkê li pey xwe anî.

qutkirina berqê tevî nerizayetiya xelkê bûye sedema xisarên giran ên ticarî, pîşeyî, werzêriyê û çendîn xisarên dinê li pey xwe aniye.