Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê piraniya Bajarên Kurdistanê, hebxwe kevtine paqijiyê

11:36 - 15 Adar 2020

Piştî belavbûna vîrûsa Koronayê di Îranê de û tûşbûn û can ji dest dana hezaran kesan, rejîm her wisa rastî weşartin û heta amade nebû rênimayî yan bo xwe parastina xelkê bide û rewşa avirte rabigehîne, ku ev îxaneta rejîmê jî mixabin bû sedema faci`eya mirovî di îranê de, xelkê zaf bajaran hebxwe destbikar bûn daku bikarin berahîka belavbûna zêdetire vê nesaxiyê bigrin û qasê qurbaniyan kêm bikin.

Di Rojhilatê Kurdistanê xelkê parek ji bajaran benda kiryara rejîmê neman û hebxwe hem rewşa avirte ragihandin, hem rênimayî dan xelkê Bajar û dewerên xwe, hem kevtne paqij kirina kuçe û kolanan, hem rêkên hatûçuna Bajar qut kirin.

Pêka nûçeyên ku li ser torên civakî têne weşandin, ev çend roje xelkê Bajarên Xoy, Maku, Selmas, Şino, Pîranşehr, Serdeşt, Bane, Merîwan, ciwanro, bi pêkanîna girûpên xwebexş û bi alîkariya kesên dewlemend bo dabîn kirina tiştên hewce, dest bi paqijiya Bajarên xwe dikin, rêkên hatûçunê qut kirine daku kesên xêncî xelkê Bajarê wan nekare bête rorê, û berdewam kevtine kontirola rewşa avirte û daxwazê ji xelkê dikin ku di malên xwe de bimînin.