Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê rêdînsipî û cihê bawerî yên dewera Mirgewer Şakir Bêhrûzî bê guneh dizanin

17:25 - 28 Kanûna pêşîn 2020

Xelkê rêdînsipî û cihê bawerî yên dewera Mirgewer, di nameyekê de daxwaza lêbûrîna “Şakir Bêhrûzî” ji berpirsên dadwerî yên rejîmê dikin.

Pêka dadnameya ku di dosiya wî girtiyê siyasî de hatiye û Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê belav kiriye wiha ye: “Roja 16ê Sermawezê, taya 1 ya dadgeha keyferiya 1 a taybet bi ciwanên bajarê Urmiyê, Şakir Bêhrûzî di dosiya xwe ya nû de, bi tohmeta kuştina endamekî Spaha Pasdaran bi piştgirêdan bi madeyên 1, 2, 3, 14, 140, 141, 144, 160, 164, 167, 168, 211, 301, 350, 354, 381, 417, 418, 419 û 436. Yasaya cezayên Îslamî pesendkiriyê sala 1392an bi îlham wergirtin li ayeta îlahî a 178 û 179an, li sûreya bimbarek a “Beqere”yê li girtîgeha navendî a bajarê Urmiyê bi îdamê hatiye cezadan”.

Şakir Bêhrûzî welatiyê xelkê bajaroka Dizê ye ku bo cara duyemîn ji aliyê dadgehên rejîmê ve bi îdamê tê cezadan.

Şikirî Bêhrûzî naskirî bi Qito sala 1397an a rojî dibe endamê yek ji Hizbên Kurdî yên dijberê rejîma Îranê.

Ev di Xermanan heman salê bi wergirtina “Emannamê” wedigere bo Rojhilatê Kurdistanê.

Piştî çûn bo Rojhilatê Kurdistanê 14 rojan di Îdara Îtila`ata rejîmê de rastî lêpêçînê tê.

21`ê Reşemeya heman salê dîsan ji aliyê hêzên Îtila`atê ve tê girtin.

Ew salek û 9 mehan di girtîgeha “81 a Remezan” ser bi Îtila`ata Biryargeha Hemze ya Spahê li jêr îşkence û lêdanê de dimîne.

Ew piştre bo girtîgeha navendî a Urmiyê tê veguhastin.

Dadgeha wî girtiyê siyasî di meha Xakelêweya îsal de bi serokatiya dadwer “Şêxlû” hate lidarxistin û bi 5 sal hate cezadan.

Lê ew ne beş bû çimkî hêzên rejîmê herdem ew girtiye îşkenc dikirin û bi zora îşkencê tohmet jî bi ser wî de disepandin.

Di meha Gelawêja îsla de jî, kombûna dadgehîkirina wî girtiyê siyasî hate lidarxistin û roja Pêncşemê 20ê Xermananê cezaya îdamkirina wî bi parêzerê wî re hate ragihandin.

Tohmetên ku bi ser wî de hatinî sepandin wiha ne: “Bexî, derbasbûna neyasayî ji sînor û kuştina endamekî Spaha Pasdaran a terorîst li devera Mirgewer a Urmiyê”.

Ew girtiyê siyasî naskirî bi Qito dîsan û bo cara duyem, di dosyayeke nû de ji aliyê dadgeha Keyferî ya 1 a taybet bi ciwanê Urmiyê bi îdamê hate cezadan.

Tê zanîn ku Şakir çend caran daxwaza amadebûna şahidan di dadgehê de ji dadwerê dadgehê kiriye lê dadwer ew yeka qebûl nekiriye.

Herwisa tê gotin: 12 welatiyên xelkê gundê Dizê amade ne ku şahidetiyê bidin ku di dema qewmîna wê bûyerê de Şakir Bêhrûzî li dukana gund bûye, lê dadgehê pêş ji amadebûna wan girtiye.

15`ê Rezberê jî Saziya Lêbûrîna Nêvnetewî jî daxwaza hilûşîna cezaya îdama Şakir Bêrûzî ji rejîmê kiribû.

Niha jî xelkê rêdînsipî û cihê bawerî yên dewera Mirgewer di nameyekê de bo berpirsên dadwerî şandine û dxwaza efûya Şakir Bêhrûzî kirine.

Di wê namê de wiha hatiye: Şakir kesek şerker û gendel nebû û digel kesê pirsgirêk nebû û ew tohmeta ku bi ser wî de hatiye sepandin cihê qebûlkirina me nîne û nerast e.