Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê rejîma Îranê şermezar kir

11:09 - 12 Kanûna Paşîn 2020

Kurdistanmedia: di nav torên civakî de gelek hunermendên Îranê, rejîma Îranê bi sedema xistina xwarê a balafira Ukraynê şermezar kirin, û herwisa çend bêjerên deng û rengê rejîmê bi sedema çewtekariyên rejîmê û dest ji kar kişandin.

Roja Çarşemî, 18`ê Befranbarê balafireke Ukraynî a bi navê Boîng (Boeing) 737, ku ewletirîn balafirên cîhanê bû, bi 176 rêwiyan ve kete xwarê û kesek jî zîndî der neçû.

Rejîma Îranê, roja Şemî 21`ê Befranbarê, bi bê şermane li derheq xistina xwarê a balafira rêwiyan a Ukraynê li ser esmanê Tehranê, daxuyaniyek belav kir û ragihand ku ew balafire bi şaşî hatiye xistin.

Her disan wekî, hertimî xelk agehdarê gotinên direw ên rejîmê bûn, û bi awayekî zû bertek nîşan dan û hatine ser şeqaman û li dijî rejîmê silogan dan.

Di nav xelkê nerazî de çend hunermendên wekî, Hediye Terhranî, Ceifer Penahî, Perestû Salihî û Husên Elîzade jî di nav kombûna nerizayetiyan de amade bûn.

Gelek werzişvanan jî di ser rûpelên xwe yên Înestagramê bertek nîşan dan, yek ji wan werzişvanan “Woriya Xeforî” yarîzanê Îstiqlala Tehranê û xelkê bjarê Sineyê, li ser rûpela xwe a Înestagramê wiha nivîsî: “Derdê canjidestana rêwiyên balfirê gelek dijwar e, lê derdê înkarkirin rastiyan di wan çend rojan de ji wan derdan dijwartir bû”.

Herwisa tekwandokara Îranê û xwdiyê yekemîn medala dîrokî a jinên Îranê li Olempîkê, “Kîmiya Elîzade”, ku di wan rojan de Îran bi cih hêla û çû bo welatê Holendayê, di derheq bicihhêlştina Îranê gotiye: “Ez yekek ji melyonan jinên serkutkirî li Îranê me.”

Herwisa du bêjerên kevnar ên Radiyo û televîziyon a deng û rengê rejîmê bi sedema çewtekariyên deng û rengê rejîmê û bi weşandina nûçeyên direw, dest ji kar kêşandin û bi weşana çend nivîsek li ser rûpelên xwe yên Înestagramê dane zanîn: “Em daxwaza lêbûrînê ji ve xelkê hêja dixwazin, bibûrin ku me 21 salan nûçeyên direw pêşkêşê we bîneran kir.

Bi wî awayî hemû kes agehdarê çewtekariyên rejîmê bûne û êdî hebûna wê rejîma çewtekar naxwazin.