Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê Rojhilatê Kurdistanê beşdarî li newrozaneya rejîmê de nekirin

12:42 - 2 Nîsan 2022

Rejîma Îranê ku hemû hewla xwe da, ku bikare berahîka Newroza xelkê û xweşî û dîlan û hilkirina agir bigire, lê xelkê Kurdistanê bi coşekî mezin ve, ev cejna netewî pîroz kirin.

Rejîma Îranê û demûdezgehên leşkerî û ewlehî yên wê bi armanca qedexekirina cejn, şahî û hêmayên netewî ji xelkê, û komkirina xelkê li cihekê bi navê merasima Newrozane û bi diyarîkirina pêwerên taybet bi xwe gelek hewl da, lê ji herdu waran de rejîm rastî şikest û serşoriyê hat.

Çend roj bû ku rejîmê piropagende dikir û xelkê bajarê Şinoyê û derdorê wî bajarî vedixwande cihekê bi navê “Eyine Rom” bo lidarxistina Newrozaneya hikûmetî, lê xelkê welatparêz ên bajarê Şinoyê bi ti awayekî pêşwazî ji wê daxwaza rejîmê nekirin û li cihê diyarîkirî ji aliyê organên rejîmê amade nebû.

Gorî wan wêneyên ku di nav torên civakî de hatine belavkirin, tenê berpirsên hikûmetî û hin ji kesên girêdayî rejîmê li wir amade bûne.

Beşdarî nekirina xelkê şoreşgêr ên Şinoyê di merasima Newrozaneye hikûmetî de, bersivek tund bû bona tepeseriya xelk û lawên Şinoyê di şewa pêşwaziya xelkê wî bajarî ji Newrozê û sala nû ji aliyê hêzên rejîmê bi fermana hemen berpirs û deshilatdarên rejîmê.