Pîştî belavbûna Vîrûsa Korona yê Di Îran û Rojhilatê Kurdistanê de, ku bandorekî nerênî danaye ser hemî varê jiyana xelkê, û bi taybetî pirskirêkên mezine abûrî bo gelê me di Kurdistanê de anîne pêş, zaf kempêyn ji aliyê xelkê dewlemend dest wekirî ve pêk hatine bona alîkariya xelkê destkurt û belengaz.
Li demekê de li piraniya Welatan de Dewlet di rewşa niha de alîkariya Malî dide welatiyan, di Îranê de rejîm çi alîkariyek bi xelkê nekiriye, û piraniya xelkê Îranê ku belengazin û divê bikevne bi dû peydakirina Nanê rojane ye xwe, bi hegera xwe parastina ji Koronayê nikarin biçne Kar, rewşa Maliya wan gelek xirabe û mihtacin.
Lewma di Rojhilatê Kurdistanê, li piraniya Bajar û deweran, bi meqseda alîkarî kirina bi kesên mihtac, Kempêynên komkirina alîkariyê pêk hatine.
Li Bajarê Bokan, Mihabad, Meriwan, Selmas, Xoy, Makû, û gelek deverên dinê ev Kempêyn ji aliyê kesê xemxwar û xwebeş ve pêk hatine.
Ev Kempêyn ji bilî komkirina alîkariyê, daxwazê ji xodan milk û malan dikin ku hekî Dukan yan Malê xwe dane kirê, bila di vê rewşê de kirê ji kirêçiyan nestînin.
Îro roja himet û alîkarî û ji hevdû xwedî derkevtinê ye.