
Xelkê têkoşerê Rojhilatê Kurdistanê bi hilkefta 25ê Gelawêjê, Salvegera avakirina Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di bajar û gundan de çalakiyên berfireh ên banghêjiyê bi rê ve birin.
li Şeva derbasbûyî ji aliyê endamên PDKÎyê ve di gundê “Nê, Dere Tifî, Kanî Sanan û Berê Begzade ya Merîwan”ê de Bi hilkefta 25ê Gelawêjê, çalakiyên befireh ên banghêjiyê lidar xistin.
Li Serdeştê ciwanên Demokrat li rêya “Homil”ê çalakiyên banghêjî lidar xistin.
Di Îlamê de, li bajarê “Melekşahî”, salvegera avakirina PDKÎ pîroz kirin.
Di bajarê Sinê de ciwanên Demokrat li taxa “Nayser”a Sineyê bi hilkefta 76emîn salvegera avakirina PDKÎ çalakiyên berfireh ên banghêjiyê lidar xistin.
Di bajarê Banê de bi hilkefta 25ê Gelawêjê li taxa Mizgevta Bextiyarî, şeqama Etar, navbera felekeya Boyenê heta Çarrêyana rêkxirava Avê, kolanên nexweşxaneyê, parka Simore, Pîrmurad, Arbaba, parka şaroka Cehad, goristana Silmanbeg, gundên “koxa Şêxulîslam, rêya Nêzero, Sêwiç, Sipîdar, Şikedere, Nicnê, Keşenê, Piyawên, Koxan û Kanîsor”ê çalakiyên banghêjî lisdar xistin.
Di bajarê Kamiyaranê de bi hilkefta 25ê Gelawêjê, li “bazara Ajelfiroşan, Tirwerêz û derdora gundên Korere, Keregil, Mawiyan, Çirosane, Zêwiye, Tîleko û Palingan”ê çalakiyên banghêjê hatine lidarxistin xistin.
Herwisa di bajarê Seqizê de li gundê “Kultepeya Cangîrxan”ê çalakiya banghêjê bi rê ve çû.