Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê şehreka Şahid a Urmiyê nerizayetiyên xwe nîşan dan

12:18 - 20 Îlon 2020

Piştî kolandin û danîna boriyên avê li kolanên Faza 1 a şehreka “Şahid” a bajarê Urmiyê, paşmaweyên wan kolandinan di nava kolanan de maye û bajarvaniyê jî ew kolan qîr nekirine.

Roja Şemî, 19ê Îlonê, xelkê faza 1 ya Şehreka “Şahid” di bajarê Urmiyê de ji qîrnekirina kolanan û pirnekirina wan çalan ji aliyê bajarvaniyê re nerizayetiyên xwe nîşan dane

Ew paşmaweyên danîna boriyên avê di wê şehrekê de bûye sedema nerizayetiya wî xelkî û xelk hebûna xa û herî di kolanan de, hevahengnebûna bajarvanî û şirketa Av û Averoyê dizanin.

Li ser wê mijarê, berpirsê şirketa Av û Avero ya parêzgeha Urmiyê, “Elîriza Rezewî” gotibû: “Heta niha ti daxwazkariyek ji aliyê bajarvaniyê ve derheq qîrkirina kolanên Faza1 a şehreka “Şahid” ji me re nehatiye kirin ku bersiva wan bidin.

Kolandina rêyên qîrkirî di bajarê Urmiyê de bi salane ku her hebûye û sedema wê hevahengiyê jî bajarvanî û şirketa Av û Averoyê ye.