Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê Selmasê di nigeranî û tires de jiyana xwe derbaz dikin

14:15 - 30 Adar 2019

Kurdistanmedia: Xelkê derdora bajarê Selmasê hevdem di gel hişdariyên Saziya Keşûhewayî a derheq barîna zêde a baranê, di çend rojên bê de, ji egera peqîn, yan  jî serêj bûna bendava Zole, nîgeranin.

Piştî barîneke zêde a baranê,di heyama çend rojên derbasbûiyî de û rabûna lehiyê li çend cihên Îranê, û bi cî mana xisarên zêde, bi wê hegerê, niha ku piraniya benavan tijî bûne, xelkê Selmas û deverê bin bendavane, ew nigeraniya hatiye gorê ku hekî baran zêde bibare, renge bendava Zole biherife.

Xelkê deverê dibêjin kû bendava han bi hegera lehiyê tijî bûiye û ,hekî nehirife jî, dê serrêj be.

Berpirsên rêjîmê li Selmasê ragehandine li egera rabûna lehiyê mexin, dê Ava bendavan bê berdan, wê yekê jî zêdetir xelk nigeran kiriye ku li egera rabûna lehiyî, hekî Ava bendavê jî bê berdan, hêza lehiyê çend qat zêdetir dibe û dikare zirarên malvêranker lipey xwe hebe.

Bo mînak bas ji vê dikin ku, li Şîrazê hevdem di gel rabûna lehiyê, Spaha Pasdaran Ava bendavê berdaye û hêza lehiyê çend hember bûye, mixabin zirarên bê qerebû li pey xwe aiye.

Hevdem di gel vê nigeraniya xelkê, navendên keşnasiyê hişdarî dane ku di rojên 11 û 12`an, Xakelêweyê, pêleke tund a baranbarînê di rêdaye û bi taybet deverên Parêzgehên Urmiye û Sinê li xwe digire û egera rabûna lehiyên mezin heye û ew hişdariya bajarên Selmas, Urmiye, Şino, Pîranşehr, Bane, Merîwan, Sine, Kamiyaran û çendîn bajar û deverên dine, lixwe digire.

Pêka agehdariya navendên Keşnasiyê, di heyama van du rojan de 75 heya 100 mil baran dê bibare.