Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê Serpêla Zehawê, ji dest dujminkariya rejîmê dinalin

12:53 - 21 Îlon 2019

Kurdistanmedia: Bi derbasbûna 2 salan bi ser erdheja Kirmaşanê re, xelkê wê deverê niha jî perîşanin û rejîmê pişt guhê xwe ve avêtine.

Bi derbasbûna 2 Salan bi ser Erdheja Parêzgeha Kirmaşanê, ku Sedan kes bûne qurbanî û hezaran kes birîndar bûn û hezaran malbat mane bê mal û hal, zêdebarî qewl û sozên direwîn ji aliyê rejîmê ve, nihajî xelkê xisarberkevtî perîşanin û li Kanêks û xêvetan de dijîn û her benda qewlên direvîne rêjîmê ne.

Li ser wî halê perîşan ê wan re, û cîbicî nekirina ti yek ji soz û qewlên ku dabûne xelkê, wê care jî, rejîmê gotiye welatiyên Serpêla zehawê ku dibe li Kanêksan de derkevin.

Cihgirê Omranî ya Parêzgeha Kirmaşanê di biryarekê de, Xelkê Serpêla zehavê yên ku di Kanêksan de ne agadar kirine ku dibe derkevin.

Xelkê lê qevmî û perîşan ên Serpêla zehawê jî, bi wî awayî nerizayetiyên xwe nîşan dane û wê yekê jî napejirînin.