Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê Sîsextê piştî derbasbûna 3 rojan ji erdhejê, perîşan û li ser şeqaman mane

16:19 - 20 Şibat 2021

Xelkê Sîsexta parêzgeha Kohkîloyê û Buyêrehmedê ku bi sedema erdhejê ev 3 roje bê mal û hal û perîşan bûne, heya niha rejîmê çi alîkariyek negihandiye wan û xelk di vê werzê sir û seqemê de, gelek perîşanin.

Roja 21ê Şibata 2021an, sedan kes ji xelkê lêqevmî, dest kirne xwenîşandanê bi dijî rejîmê û nerizayetiya xwe dane kivşê.

Ewan di nerizayetiya xwe de ragihandin ku pitir ji 3 hezar malan bi hegera erdhejê herifîne û jin û zarok di bin barîna Berf û sir û seqemê li ser kolanan dimînin, heya niha rejîmê Xêvetek nedaye kesê.

Av û Berq û Gaza Mêr Şehrê û Sîsextê bi temamî qut bûye û xelk li ser kolanan Agir hildikin bo xwe germ kirinê û yan kesê Maşîn heyî her di nava Maşînan de dimînin.

Gorî gotina xelkê cihên erdhej lêdayî, rejîm rastiyan bas nake û dixwaze perîşanî û bê mal û hal mana xelkê veşêre, heta ku çi alîkariyekê bi xelkê neke.

Di parêzgeha Kohkîloyê û Buyêrehmedê û Li Bajarê Dina û Sîsext û dehan gundên derdorê dehan hezar kes niha hewcehî bi Mal, emrazên germkirinê, Petû, Cil û berg, Av, Xwarin û Xêvetan hene û rejîmê jî pişt guhê xwe ve havêtiye û alîkariyê nake.

Her çiqas bi hegera erdheja roja Çarşemiya derbasbûyî gelek xisar geheştiye xelkê Dina û Sîsextê, rejîm cehdê dike astê xisarê kêm bide xuyakirin.