Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê xebatkar yê Kurdistanê digel rêbaza şehîdên Kurdistanê peymanê nû dikin

19:39 - 26 Tîrmeh (Temûz) 2018

Kurdistnamedia: Endam û alîgirên PDKÎ û xelkê têkoşe yê Kurdistanê, piştî şehîdbûna du pêşmergeyên qehreman yên Kurdistanê, şehîd “Şehab Heyderî” û “Hejar Rizayî” tevî şandina peyamên hevxemiyê, peymana xwe digel rêbaza du şehîdên nû yên Kurdistanê nû kirin, ku heta gihîştin bi armancên  wan riya wan didomînin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, endam û alîgirên PDKÎ, xelkê têkoşer yê Kurdistanê di bajarên weke Sine, Urmiye û Seqizê bi şandina peyamên hevxemiyê, peymanê digel rêbaza du şehîdên  bi navên “Şehab Heyderî” û “Hejar Rizayî” nû kirin, ku heta gihîştin bi armancên wan riya didomînin.

Urmiye

Silaveke germ bo xebata azadiya Kurdistan “Rasan”ê

Em endam û alîgirên hizba hezkirî ya xelkê Kurdistana Rojhilat, PDKÎ,  li “Diza Mirgewer” haydar bûn ku du pêşmergê ezîz û qehreman di şerê digel hêzên rejîma Îranê li bajarê Bokanê şehîd bûne, em bi şehîdbûna van şanazaiyê dikin û dubere axavtinên nemir “Dr. Qasimlo”  li bîra dijminên gelê Kurd tînin ku, “Gelek ku azadiyê bixwaze, dibe nirxa vê azadiyê jî bide”.

Em perwerdê vê mekteba mezin in, û ji bo azadiya gelê xwe tê dikoşin, heta ku digihîjne armancên xwe.

Her bi vê boneyê ve jî sarsaxiyê dibêjne hemû kadr û pêşmergên dilsoz yên xwe, û xwe hevparê vê xema malbata wan du şehîdan dizanin, û peymana emegnasiya xwe digel PDKÎ nû dikin û heta gihştin bi armancên xwe ku azadiya neteweya me,  têkoşînê dikin, û riya şehîdan didominin.

Serkevtin ji bo pêşmergeyên Kurdistanê, û mirin û neman ji bo caş û dijminên Kurdistanê.

 Endam û ciwanên Diza Mirgewer.

Seqiz

Endamên rêveberiya PDKÎ, malbatên serbilind yên şehîdan, pêşmergên qehreman yên çiya li bajarê Seqizê,  silavan ji bo we dişînin, û sersaxiyê dibêjne malbatên wan du şehîdên canfîda yên çiya û şanziyê bi we dikin û hêviya sibirê ji bo malbat û temendirêjiyê ji bo hevçeperên wan dixwazin.

Peymana emegnasiyê digel van nû dikin û hemû aliyê xatircem dikin ku, heta serkevtinê dirêjîderê riyan  şehîd “Şehab heyderî” û şehîd “Hejar Rizayî” û hemû şehîdên PDKÎ û gel dibin. Komara îslamî ya Îran a  terorîst ku di dawiya temenê xwe yê nehs û tijî ji cinayet yê xwe de ye, û bê guman ev roj  ku hemû xwefiroş û kirêgirtiyên girêdayî bi vê rejîmê  bidine destê dadgeha Şoreş û gel, ku ev roj gellek nêzîk e.

Silav ji bo şehîdan, serkevtin ji bo Kurdistanê

Mirin û neman ji bo rejîma terorîst ya Axûndî a Îranê

Endam û alîgirên PDKÎ li bajarê Seqizê

Sine

Silav û rêzên me ciwanên gundê “Gellên” a girêdayî bajarê Sine, bi bihîstina nûçeya dilgiran ya heval “Şehab heyderî” û “Hejar Rizayî”, gellek nerehet bûn, em sersaxiyê dibêjne malbata PDKÎ, pêşmerge û alîgirên PDKÎ bi taybet malbata serbilind a şehîd “Şehab Heyderî”.

Em peymanê nû dikin, ku heta bidestveanîna armancên pîroz yên şehîdan kol nadin, û heta dawî henase ciwanên gundê “Gellên” û alîgirên PDKÎ yên li bajarê Sine a serbilind têdikoşîn.