Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê zaf deverên Îranê ji dest bê Avî û bê Berqiyê dinalînin

13:35 - 23 Tîrmeh (Temûz) 2020

Xelkê çendîn nawşên Rojhilatê Kurdistanê di Havîna gerim de û bi hebûna Vîrûsa Korona yê, li ber nebûn yan kêm bûna Avê û qut bûna Berqê dinalînin û di rewşekî gelek xirabdene.

Roja Çwarşemiyê 22 yê Tîrmeha 2020 an, xelkê Gundê Gawzerde bi nîşana nerizayetî li hember nebûna Ava Vexwarinê di wî gundî de, Riya serekî a di navbera Poldoxter  û Me`emûlanê  a Parêzgeha Loristanê qut kirin.

Tête gotin ku ewa heyamê Sal û nîvekê ye ku gundê Gawzerde maye bê Av û xelk ji riya dûr ve Avê bona vexwarina xwe yan pê Tankêran tînin, yan li ser pişta Dewaran û pê Xirekan Avê bo xwe dabîn dikin.

Herwisa parek ji xelkê bajarê Bokan ê jî, maye bê Av, gorî zaniyariyan ew çend roje li taxên Kerêza Myrava û Ferhengiyan û Kuyê Mihemedî , Av qut bûye û xelkê wan taxên Bokanê li ber nebûna Av ê gelek di nava dijvariyê dene.

Gorî gotina xelkê wan taxên bajarê Bokanê, Ava Bokanê bo hinek deverên tewrêz ê tête hinartin.

Ji aliyekî dinê jî di nava wê Havîna germ de, rejîmê Berqa bajarê Urmiyê kire cîrebendî.

Rejîm bi hêceta zêde bikar anîna Berqê, bi bê agehdariya pêştir, çend demjimêran carekê Berqa çend taxan qut dike.