Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkên Lubnan û Îraqê dixwazin bibin xwediyê welatê xwe

18:14 - 6 Çirriya paşîn 2019

Kurdistanmedia: Wezîrê derve yê Amerîka, Mike(Mayk) Pompîo, yêk ji hegerên xwenîşandanên di welatên Lubnan û Îraqê de, girêdayî bi destêverdanên rejîma Îranê di van 2 welatan de dinirxîne.

Pêka rapora “BBC”ê, wezîrê derve yê Amerîka di rûpela twîterî a xwede nivîsîye: “Xelkê Îraq û Lubnanê, dixwazin welatê xwe xwedî derkevin. Ew hatine ser wê bavirê ku şandina bingehîna rejîma Îranê, gendeliye ku bi rewşekî bêserûber rengê şoireşê danê. navbirî her wisa gotiye ku Lubnan û Îraq, mafê wan bixweye ku rêka xwe ji destêverdanên Xamineyî dûr bêxin”.

Xamineyî berê gotibû ku mezintirîn derb û bi tehlûketirîn kîn bo her welatekî, aloz kirina asayişa wî welatiye. Destêverdanên rejîma Îranê ku bi fermana Xamineyî tên kirinê, ji jiyana kesan, civak û dewletan de tê dîtinê, terora kesan, bi tekî an bi kom, alozkirina civaka welatên devrûber û di piraniya welatên bisilman de û destêverdan di rêweçona bi rêweberiya welatên mîna Yemen û Îraq û Lubnanê, dixwaze bi şandina bi nav şoreşa îslamî, gendelî û dijî mirovahiaîya hizr û kiryarên xwe bo welatên dinyayê bişîne.