Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkên Polduxterê bin xêvetan û germaya 50 pileyî de derbas dikin

16:44 - 18 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Piştî derbazbûna 40 rojan li ser rabûna lehiyê di gelek bajar û deverên Kurdistan û Îranê de, xelkên wan dever û bajaran hişta jî bê stargehin.

Li heyama çend rojên borî bi sedema hatina barana girr û rabûna lehiyê di çend dever û bajarên Kurdistan û Îranê de, gelek zirar gihîştine hevwelatiyan û rastî gelek astengiyên zêde hatine, her di vê derheqê de jî yek ji wan bajaran Polduxter bû ku rastî gelek zirarên canî û malî hatibû, û berpirsên rejîmê û Navendên alîkariyên rejîmê jî tu hewlekê bo avedaniya wî bajarî nadin.

Berpirsên rejîmê jî dizanin ku derheq wan bajaran tu alîkariyek nehatiye kirin, her di vê pêwendiyê de, Husên Tehmasibî di axavtinê xwe yên li nimêja Înê li bajarê “Xoremabadê” dabû zanîn ku, axavtina min ya zelal ewe ye ku ,ew qewl û qewlên ku derheq “Serpêla Zehawê” de hatine dan û tu yek ji van cîbicî nebûne, û nabe li “Polduxterê” jî ev soz û qewl ducarî bin.

Herwisa navbirî got: Di rojên destpêka rabûna lehiyê, ew sozên ku berpisan ji xelkê re dabûn bo cîbicîkirina alavan bo wî bajarî, ew jî nehatine cibîcîkirin û herwisa piştî derbazbûna 40 rojan li ser wê bûyerê, ew soz û qewlên vala ku berpirsan ji xelkê re dabûn, tu yek nehatine cîbecînekirin.

Her di vê derheqê de, Berpirsê giştî yê zelalkirina helvêstên Saziya Besîcên xwendekar ên parêzgeha Luristanê gotibû: Fermandar Muratpûr nûnerê taybet yê parêzgarê Polduxter, tu çavan serê xwe di cihekî germ û nerim de dadinê, di demekê de ku, xelkên hejar ên Polduxter bin germaya ba qasî 50 pileyan de, jiyan dikin û piştî derbazbûna 40 rojan bi ser de, hêşta jî xeveke rihet nedîtine.

Rabûna lehiyê li bajarên Kurdistan û Îranê, vêraniyeke zêde lipey xwe anî û bi sebeba rabûna lehiyê çendîn gund û bajar bin av bûne û di wê bûyerê de gelek zirarên canî û malî jî ipey xwe hebûye.