Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xemsariya berpirsên îdareya Perwerde û Hînkirinê bûye sedema bê îmkanatiya xwendingehan di Îranê de

19:12 - 26 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia:  Xemsariya berpirsên îdareya Perwder û Hînkirina rejîma Îslamî ya Îranê bo sebeb da ku dersxwendên gundê Bawan nivîsekê bo vê îdareyê bişînin.  

Roja Pêncişemî 3`ê Xezelwerê (25`ê Çiriya pêşîn) dersxwenên gundê Bawan a girêdayî devera Soma ser bi bajarê Urmiyê,  bi neçarî û bi sedema nebûna hewcehiyên, xwendingeha xwe,  nivîsek bo berpirsên îdareya Perwerde û Hînkirinê ya bajarê Urmiyê şand.

Deqa vê nivîsê wiha ye:

Em dersxwenên xwendingeha gundê Bawan a girêdayî devera Somayê ne, ji berpirsên rêzdar yên îdareya Perwerde û Hînkirinê hêvî dikin ku karekî bo elekiterîka xwendingeha me encam bid in, çimku demsala Paiyîzê  û desmala sirr û seqemê ye, em nikarin wir dersê bixwînin me elekterîk tuneya  û alavên germê jî me tunînin.

Ew cara yekem nine ku berpisên rejîma Îranê wiha xemsariyê derheq dersxwanên Kurd û neteweyên din de encam didin, di heyamên borî de jî,  kurte vîdyoyek li ser medyayên navxweyî yên Îranê belav bibû ku, komek dersxwanên bajarê Şadigana girêdayî parêzgeha Xûzistanê bi sedema nebûna xwendingehê, ev di nav odeya ku di nav qebran de hatiye avakirin mijûlî dersxwendinê bûn.

Xemsariya berpirsên rejîma Îranê, bi qasî ye ku, di piraniya bajarên Kurdistanê de, xwendingeh, bi bê îmkanên destpêkî yên dersxwendinê ne, di  Dêwlan a girêdayî bajarê Sine de jî piştî lêpirsîn û bidûreçûna salekê, zarokên vî bajarî niha jî di nav Kanêksan de dersê dixwînin.

Herwisa  %44 ji dersxwanên bajarê Merîwanê jî di xwendingehên ku li ser herifandinê ne, xwendina xwe berdewam dikin, û %36 xwendingehan hewcehî bi nûjenkirinê hene û bi vî halî jî hemû ev xwendingehane, di du danê sibezû û paşnîvro de vekirî ne û mifahê jê werdigrin.

Nebûna fezaya pewerdehiyê, nebûna ewlehî û herifîna xwendingehan, ji nigeraniyên malbatan bo şandina zarokên xwe bo xwendingehên wiha,  û berdewamkirina  dersê ye.

Li gorî esla yasaya bingehîn  ya Îranê, “Dewlet erkdar e  ku hemû îmkanatên pewerde û hînkirinê yên bê beramber bo hemû kesî di Îranê de, heya asta paşnavendî bo dersxwanan dabîn bike, û alavên dersxwandinê heya asta serbixweyiya welat bi bê beramber amade bike.