Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xercê amadebûna hêzên rejîma Îranê li Sûriyê zêdetir li 100 milyard Dolar e

11:00 - 21 Çirriya pêşîn 2021

Rojnameya “Loriyan Lojor” (Lorient LE JOUR) a Feransê nivîsandiye ku xercê amadebûna hêzên rejîma Îranê li Sûriyê zêdetir ji 100  milyard Dolar hatiye beravirdkirin.

Rojnameya “Loriyan Lojor” a Feransê nivîsandiye: “Pêka beravirdan, amadebûna hêzên rejîma Îranê li Sûriyê li navbera 30 heta 105 milyard Dolar xerc heye ku ew xerce bilî xercên zêde ên rejîma Îranê bo çalakiyên xwe ên rojane li Sûriyê de ye û rejîma Îranê hewlê dide bi kirîna erd û xaniyan pêgeha xwe li Sûriyê qahîm bike”.

Herwisa wê Rojnameyê nivîsandiye ku bi sedema givaşên Rûsiye û rejîma “Beşar Esed” li ser hêzên rejîma Îranê, ew neçar kirine ku ji sînorên Îsraîlê dûr bikevin û bo parêzgeha “Dêrezor” û binkeya esmanî ya “Tiyas” li nêzî “Homs”ê li rojhilatê Sûriyê bêne veguhastin û rêjeya hêzên rejîmê ji 20 hezar kes bo 10 hezar kes hatiye daketin.

Rejîma Îranê dixwaze Sûriyê wekî meydana şer digel Îsraîlê bikar bîne û ji aliyê din ve Beşar Esed hewlê dide ku nêzî welatên Erebî bibe û bi wê sedemê neçar e ji rejîam Îranê dûr bikeve û tevahiha xercên rejîma Îranê li Sûriyê bi heder çûye.