Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xercê berhemanîna genim ji nirxa kirîna genim zêdetir e

12:31 - 27 Hezîran 2020

Xercê ku werzêr bo berhemanîna genim dikin, zêdetir ji nirxa firotina wê ye û rejîma Îran ti çavdêriyekê li ser nirxa kirîna berhemên werzêriyê nake.

Berhemanîna genim di Îranê de bi qasekî ye ku dikere hewcehiya Îranê bo ard û berhemên dinê dabîn bike, lê asta xercê berhemanîna genim zêdetir ji asta nirxa kirîna genim ji werzêran e û bi wî awayî werzêr rastî xisar û zirar û herwisa pirsgirêkên aborî dibin, lê rejîma Îranê ti çavdêriyekê derheq nirxa kirîn û firotina berhemên werzêriyê nake.

Çendîn sal e ku werzêr digel rejîma Îranê li ser nirxa berhemên werzêrî bi taybet genim rastî pirsgirêkan hatine û heya niha rejîma Îranê ti pêngavek bo çarerserkirina wê pirsgirêkê hilnegirtiye.

Genim yek ji berhemên stratejîkî ya berhemên werzêrî di cihanê de ye, û rejîma Îranê bi cihê razîkirina werzêrên Îranê bona kirîna genimê wan, hewl daye ku genimê hewce ji derveyê Îranê bi nirxeke zêde bikire û qasek ji dahata Îranê bo kirîna genim ji derveyê Îranê bê terxankirin.

Bi bilindbûna enflasiyonê, werzêr tişt û alavên hewce, bi nirxeke giran dikirin û bilindbûna nirxa kirîna genim bi qasek nîne ku werzêr bikarin ji çandin û firotina genim ti qazancekê bikin.

Berpirsê Wezareta “Cehad a Kişawerzî”, “Ebas Kişawerz” bas kiribû ku “Berhemanîna genim di sala 1398an de bi qasa hewce baş bû, lê me nekarî em hindek  ji werzêran razî bikin ku berhemên xwe bi me re bifroşin û wan baştir zanîn ku genimên xwe enbar bikin û me nekarî genimê hewce ji wan bikirin”