Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xercê mirinên bi sedema pîsbûna hewa 7 beranberê dahata nefta Îranê ye

11:31 - 18 Kanûna pêşîn 2021

Xercê mirinên bi sedema pîsbûna hewa li 3 bajarên Îranê zêdetir ji 74 hezar milyard Tumen bûye û eva di halekê de ye ku dahata nefta rejîma Îranê di sala 1399an a Rojî de 10 hezar milyard Tumen bûye.

Pêka amarên nûçegihaniya “Ticaret News”ê di sala 1399an a Rojî de, xercê mirinên bi sedema pîsbûna hewa li 3 bajarên Terhran, Kerec û Meşhedê de zêdetir li 74 hezar milyard Tumen bûye û hevdem Wezîrê berê yê nefta Îranê “Ferhad Dijpesend” gotibû: “Dahata nefta Îranê li sala 1399an a Rojî, 10 hezar milyard Tumen bûye”.

Bi sedema kevinbûna palavtingehên rejîma Îranê û herwisa nizimbûna asta teknîkiya wan palavtingehan, nêzî 15 heta %35 a neftê dibe mazot ku zêdetir ji 2 beranberê standarda cîhanî ye.

Pêka gotina karnasên aborî, %70 a palavtingehên Îranê kevin bûne û heyama standarda karkirina wan bi dawî hatiye.

Rojane zêdetir ji milyonek bermîl mazot di palavtingehên Îranê de tê berhemanîn û mifahwergiritin li mazotê bûye gefek micid li ser tendirustî û canê xelkê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê û rejîma Îranê bi agehdarbûn li paşhatên şewata mazotê, zêdetir ji %30 a şewata vizegehên berqa Îranê bi mazotê dabîn dike û herwisa kompanî û kargehên pîşeyî jî bi sedema nebûna gazê mifah ji mazotê werdigrin.