Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xercê nexweşxaneyan zêdetir dibe

13:23 - 22 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Rejma Îslamî a Îranê di gelaleyêkê de, dixwaze nirxa xercê pîzişkan di nexweşxaneyan de, girantir bike.

Karbidestên rejîma Îslamî a Îranê, di gelaleyekê de biryar dane ku, nirxa xercê pîzişkan %70 ji zêde bikin, û bi heman awayî jî nirxa dermanan di Îranê de bilindtir bûye.

Biryara bilindbûna xercê pîzişkan li Îranê di demekê deye ku %80 ji xelkê Îranê nikarin xercê pîzişkan dabîn bikin.

Berê jî, Se`îd Nemekî, Wezîrê Tendirustiyê yê rejîma Îranê, di civîneke rojnamevanî de bas ji vê kiribû ku, bi sedema vê ku sala bê, wate sala 1398`an, saleke dijwar be, nirxa

dermanan di sala bê de %15 ji wê bilind be.

Bi sedema dorpêçên navdewletî yên li dijî rejîma Îranê, ev rejîma nikare dermanan dabîn bike,

Hevdem berprisên rejîma Îranê, birayr dane da ku nirxa dermanan %15 ji zêde be lê, hişdarî jî dane ku pareke zêde a dermanan di Îranê de tên qaçax kirin.

Di Îranê de, hevwelatî berwajiyê welatên din nêzîkî %70 ji xercê dermanan bixwe dabîn dikin, û ev jî bûye pirgirêkeke micid li hemberî xelkê Îranê.