Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xirabiya dermanan metirsiye li ser canê welatiyên Kurdistanê

10:42 - 10 Çirriya paşîn 2019

Kurdistanmedia: Bi karanîna dermanên xirab gefeke micide li ser canê welatiyên Rojhilatê Kurdistanê, û berpirsên pizîşkî jî pêşî li wê xisara mezin nagrin.

Di heyama çend rojên derbasbûyî de duktorên bajarê Seqizê bi hêcetên cuda xwe li tecwîz û nivîsîna derziyê “Pînî Sîlîn” dûr girtibûn.

Heta hindik caran jî, ku ew “Antî bîyotîk”e bo nexweşxaneyan îzin hatibû danê, û piraniya cihên Tezrîqî di pêş de xwe li lêdana wan derziyan dûr xistine yan jî, hekî wan derziyane li nexweşan dabin, bêguman li pêşte li ser destê nexweş ceribandin kirine.

Pêka wan zaniyariyan ku hatine ber dest, piraniya derziyên “Pînî Sîlî” yên di nav dermanxwaneyên bajarê Seqizê de yên bê kalîtî ne, û hin ji wan jî, ji welatê Çînê hawirdeyê nav Îran û Kurdistana Îranê kirine.

Xerc kirina ew core derziye bûye metirsî li ser canê welatiyan û heya niha jî berpirsên pizîşkî yên bajarê Seqizê rêyek bo rûbirû bû li hember wê xisara mezin, bilî ceribandina destpêkî ji ber destê wan de nîne.

Piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê li warê cografiyayî li nêzî sînor û çiyayî ne, û li destpêka demsala sirê, xelkê gelek bi wan dermanan hewcehî heye.