Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xirabûna parek ji kolanên bajarê Selmasê bo xelkê astengiyan çêdikin

12:20 - 11 Gulan 2020

Nêzî 4 sal e ku Îdara Gazê, bona gihandina boriya gazê bo hinek ji kolanên bajarê Selmasê, xendeq lêdane û rêya hatin û çûnê û “asfalt” kolane, piştî kêşana gazê, heya niha jî li çalên di nav hinek ji kolanan de nehatine tijîkirin, yan jî hinek cihan pê axê hatiye tijîkirin û nehatiye qutimandin û “asfalt”kirin.

Niha di parek ji wan kolanan de li ber hebûna çal û korikan xelk digel arîşan û zehmetiyan hember dibe.

Hekî baran dibare ew çal tijî av dibin û çendîn rojan dimîne û hatinûçûn bo maşînan gelek dijwar kiriye.

Piştî derbasbûna 4 salan bi ser kolana wan Kolanan de pê emrazên wekî “bîlmikanîkî”, rejîm amade nebûye ku wan rêyan wekî berê lê bike, xelkê wan taxên Selmasê berdewam bi nivîsîna nameyan bo îdarên wî bajarê, heya niha ti bersivek wernegirtine, her bi wê sedemê jî xelk êdî ji çêkirina wan kolanan bê hivî bûne û dengê hewara xwe di torên civakî de belav dikin.