Bi sedema xirapiya Rêkan di navbera deverên Soma û Biradost û Rêya Memekan bo Selmasê bûye sedema dijwariyê û afirandina pirsgirêkan bo xelkê.
Gorî nûçe û zaniyariyên ku li ser rupelên torên civakî hatine belavkirin, xirapiya Rêkên serekî ên di devera Soma û Biradost, û rêya Memekan bo Selmasê, bi awayekî wiha xirap bûne ku, hatin û çun bo xelkê gelek dijvar kiriye û gelek xisarê digehîne wesîle û maşînên xelk, bi curekê ku heçî maşîna di wê Rêkê de hatin û çunê bike, dibe hefteyê carekê Sîbek û Cilobendî jê bête nûjenkirin.
Berpirsên rejîmê heya niha çendîn caran serdan kirine û soz dane, tenê direvan gel xelkê dikin û heya niha çi sozek cîbicî nekirine.
Her di vê derheqê de welatiyan daxwaz kirine ku xelkê wê deverê hebxwe bikevne fikra çareseriya wê pirsê û êdî bila hinde benda pêngavên rejîmê nebin.
Rejîma Îrane hertim soz û qewlên derev didne welatiyan, û ti girîngiyekê nade jiyan û rewşa xelkê, ewa jî di demekê de ye ku rejîm bi milyardan Dor ji serweta xelkê Îranê dêxe xizmeta kiryarên xwe yên terorîstî de û dide girûpên terorîstî di welatên dinê de.