
Piştî derbasbûna mehek bi ser hatina lehiyê li devera Mormorî ya ser bi bajarê Abdanana parêzgeha Îlamê, hêj xelkê ziyanberketî yên wê navçeyê nehatine qerebûkirin û pirojeyên bingehîn yên avahiyan jî hêj nîveteva mane.
Mehek beriya niha lehiyek li devera Mormor rabû û çandinî û avahiyên wê deverê zêdetir ji 117 miliyard Tumen zirar berket, lê piştî derbasbûna mehek bi ser wê lehiyê re, hêj ti xisar û ziyanek wan ji aliyê navendên pêwendîdar ên rejîmê re nehatine qerebûkirin.
Çandiniya xêlkê wê deverê ku rastî ziyanek zêde hat, wan şiyanan qerebûkirinê nîne.
Xelkê wê deverê dane zanîn ku berpirsên pêwendîdar ên rejîmê tenê temaşevanê hatina lehiyê bûne û heta niha ti ziyanek ji aliyê wan ve nehatiye qerebûkirin.
Xelkê daye zanîn ku pira navendî ya Mormorê bi sedema hatina lehiyê derbe lê kevtibû û berpirsan jî, qewlên nojenkirina wê pirê dabûn, lê heta niha ew pirojeye jî nehatiye cîbicîkirin.
Rêjeyeke zêde ji xelkê devera Mormorî ya ser bi bajarê Abdanana Îlamê yan ajeldariyê dikin yan jî karê werzêriyê dikin; Ajeldarî û werzêriya wan jî, rastî xisarek zêde hatibû û pêka xwedê amarên rejîmê, ajeldarî, çandinî û xaniyên wê deverê bi qasî 117 miliyard Tumen rastî ziyanan hatibûn.