Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xisarpêketiyên erdhejê di parêzgeha Xûzistanê de hêj avare mane

11:16 - 13 Çirriya pêşîn 2021

Çend rojan berî niha di Parêzgeha “Xûzistan”ê de erdhejek a 5.7 rîxterî qewimî ku bû sedema xisarpêketineke zêde bi xelkê wê deverê.

Piştî derbasbûna 5 rojan ji erdheja 5.7 rixterî ya roja Şemî 17ê Rezberê di Parêzgeha “Xûzistan”ê de bitaybet di bajarê “Endîka” û gundên derdorên wî bajarî, hêj tiştên xelkê di bin diwar û banên herifî de mane û ti alî û navendek pêwendîdar a rejîma Îranê giringiyek bi wan nedaye û di wê heyamê de ku demsala sir û seqemê yê xelkê lêqewimî neçar in li derve  û bê serpenah bimînin û heta xêwet an petûyek jî tinînin ku xwe ji sermayê biparêzin.

Bi sedema wê erdhejê 600 gundên derdora bajarê “Endîka”yê û 330 gundên çiyayî li devera “Qeli`e Xwace” xisarên micid lêketine û 19 kes jî birîndar bûne.

Rewşa dijwar a jiyana xelkê Xûzistanê bo rejîma Îranê ti giringiyek tinîne her wekî ti giringiyek bi xelkên lêqewmî yên bajarê “Serpol zehaw û Sîsext”ê û çendîn cihên din nedane ku piştî derbasbûna çendîn salan hêj di kanêksên de dijîn û xelkên xwebexiş ew kanêks û beşek ji hewcehiyên wan ên bingehîn dabîn kirine.