
Kurdistanmedia: Baran û bahoza roja Yekşemî 29`ê Rezberê (21`ê Çiriya Pêşîn) ya li Kurdistanê,vêraniyeke zêde li pey xwe hebûye.
Li gorî zanyarî û nûçeyên belavbûyî, roja Yekşemî 29`ê Reziberê (21`ê Çiriya Pêşîn) di piraniya bajarên Kurdistanê de, baran û herwisa bahozeke tund hetiye û bi sedema barîna barana zêde jî, piraniya kolan û şeqamên bajaran, av tê de sekiniye.
Hatina nişkêve ya nixteyên demsala paiyîzê, di herêmên Kurdistanê de, û herwisa di hin herêmên din yên Îranê de jî baranbarîn hebûye, lê di Kurdistanê de zêdetir hatiye, û ev baranbarîna jî bûye sedema herikîna lehyê di nav bajaran de.
Rewşa bînasazî û rewşa şeqam û qadên di nav bajarên Kurdistanê de, bi rengekî ne ku, digel rewşa baranbarîna taybet bi hewayê wirde hevrast nîn in, û şaredariyên bajarên herêmên Kurdistanê jî, li hemberî pirsgirêkên wiha de gellek xemsar in, û desthilatdarên komara Îslamî tu pêwereke standard di warê avakirin û bînasazî, di herêmên Kurdistanê de, berçav nagirin, û heya tu xizmekirineke din jî derheq bajarên Kurdistanê encam nad in.
Li gorî zanyariyan di piraniya bajarên Kurdistanê de, lehya roja 29`ê Rezbarê (21`ê Çiriya Pêşîn) zirareke zêde gihandiye bajaran, û jiyana asayî ya xelkê rastî girftan kiriye; Di bajarê Mêhran a girêdayî parêzgeha Îlamê de bahozê xesareke yekcar zêde li bajêr xistiye, ku zirarên zêde yên malî û heya zirarên canî jî li pey xwe hebûye, û bûye sedema birîndarbûn û can ji dest dana du welatiyan.
Eva di demekê de ye ku, bajarên Kurdistanê di warê bînasazî û xizmetkirina şaredariyê bê îmkanat in û rejîm jî hemû saman û serweta Kurdistanê bi talan dibe, û tu xizmetkirineke medenî derheq bajarên Kurdistanê encam nade, û di heman demê de jî, bi milyardan Dolar xercê mana “Beşar Sed” û zêdekirina girûpên terorîstî di Rojhilata Navîn de, dike.