Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xortên şoreşgêr domkerê rêbaza şehîdan in

18:24 - 3 Çirriya pêşîn 2021

Dewreya 252 a destpêkiya pêşmerge li çiyayên Kurdistanê dawî pê hat û hejmarek ji xortên nîştimanperwer tevlî refên Hêza Pêşmergê Kurdistanê bûn.

Pêka raportêrê malpera “Kurdistanmedia”yê li çiyayên Kurdistanê, roja Yekşemî rêkevta 11`ê Rezbera 1400`an a Rojî, dewreya destpîkiya pêşmerge li çiyayên Kurdistanê dawî pê hat û desteyek ji xorên şoreşvan ên Kurdistanê tevlî refên Hêza Pêşmergê Kurdistanê bûn.

Ev rêûrsme bi amadebûna beşek ji endamên rêberayetî, fermandên leşkerî, kadr û pêşmergên Hêza Pêşmergê Kurdistanê bi rê ve çû.

Ev rêûresme bi xwendina sirûda netewî ya “Ey Reqîb” û sekînandina xûlek bêdengî bo canê paqij ê şehîdên Kurd û Kurdistanê hate destpêkirin.

Piştire “Muxtar Sohrabî” Berpirsê Fêrgeha Fermandehiya Hêza Pêşmergê Kurdistanê peyamek taybet bi rêûresma dewreya 252 a destpêkiya pêşmerge pêşkêşê amadebûyên cejnê kir.

Paşê sirûdek şoreşvanî ji aliyê beşdarbûyê dewrê ve hate pêşkêşkirin.

Di beşek din a rêûresmê de rapora rahînana dewreya 252 a detpêkiya pêşmerge ji aliyê “Feriyad Dirûdî” Mamosteyê Fêrgehê ve hate pêşkêşkirin.

Piştre helbestek di bin navê “Nîştiman” ji aliyê beşdarbûyê dewrê “Hejîr” ve hate pêşkêşkirin.

Paşê peyama dewreya 252 a destpêkiyê ji aliyê beşdarbûyê dewrê “Çiyako” ve hate xwendin.

Di vê rêûresmê de xelat bi ser beşdarbûyên dewreya despêkiya pêşmerge de ku di warê “nezim û dîsîpîlîn” û herwisa waneyan de serkevtibûn, hate dabeşkirin.

Xelat ji aliyê “Tahîr Mehmûdî” Berpirsê Dezgeha Rêkxistina Giştî ya PDKÎ ve hate pêşkêşkirin.