Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xulek hînkariya zimanê Kurdî li gundê “Kanî Reş” hete lidarxistin

17:35 - 27 Adar 2022

Ceribandina dawî ya xula rênivîsiya Kurdî ji aliyê Navenda Çandî û Hînkariya “Beyan” ya taya “Kanî Reş” ya girêdayî bajarê “Bokan”ê li rêkev ta 5ê Xakelêweya 2722 a Kurdî, wekî diyariya Newrozê bi awayek serkevtiyane bi rê ve çû.

Di dawiya wê xula hînkariyê de, beşdarbûyan bi lixwekirina kincên Kurdî li ser giringiya zimanê Dayîkî wek şademara netewî tekezî kirin.

Piştî ceribandina dawiyê bawernameya xula hînkariya zimanê Kurdî ji aliyê Navenda Çandî û Hînkariya “Beyan”ê ve pêşkêşê beşdarbûyan hate kirin.

Tevî astengîçêkirina rejîma Îranê ji xwendin bi zimanê Kurdî, di wan çend salên derbasbûyî de navend û rêkxirawên civatgeha medenî li Rojhilatê Kurdistanê bi awayê xwebexşane bo parastin û geşedan û bihêzkirina zimanê Kurdî çalakiyan dikin ku pêşwaziyek baş jê hatiye kirin.