
Kurdistanmedia: Li bajarê Urmiyê xûşka sê şehîdên PDKÎ koça adwiyê kir.
Li gora nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Înê 23`ê Xermanan a sala 1397`an, Hacî Hebîbe Heqîqî xûşka sê şehîdên PDKÎ ser bi gundê Gîsyan a ser bi navçeya Mergewer a Urmiyê çû ber rehmetê.
Navbirî keça şehîd Selîm Heqîqî ye, ku ew jî pêşmergê PDKÎ bûye, ku di şerekî de li dijî dagîrkerên kurdistanê tevlî karwanê şehîdan bû.
Hevdem Hecî Hebîbe xûşka sê şehîdên PDKÎ bi navên Tahir Heqîqî, Xelîl Heqîqî û Sadiq Heqîqî ye, ku du birayên qehreman ên navbirî digel bavê xwe şehîd bûne.
Birayekî Hebîbe xanimê jî, endamê PDKÎ bûye, ku ji aliyê rejîma cellad ve hatibû destbiserkirin, û piştre hatibû îdamkirin.
PDKÎ sersaxiyê dibêje xizm û kesûkarên navbirî û xwe şirîkê xemêt wan dizane.