Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwarina êmîş bûye daxaz û hesreta xelkê

13:17 - 22 Gulan 2020

Nirxa her tiştekî di bazarên Îranê de dehan beramber zêde bûye û kêm kes heye ku bikare hewcehiyên xwe yên rojan dabîn bike.

Niha hesreta piraniya xelkê Îranê ye ku carekê bikarin goşt bikirin û bixon, hesreta zaf kesane ku carekê bikarin Êmîşekê bikirin û gel destê xwe bibne mala xwe.

Wan rojan û bi taybetî li devedevê cêjna Remezanê de, nirxa hemî tiştekî bi taybet nirxa Şirnî û Êmîş  çendîn beramber bihatir bûye.

Di roja derbas bûyî ve Wêneya Sîpeke Gêlas bûye sertopa hemî Sayt û torên civakî, ku nirxa vê hatiye nivisîn û danane ber û xelk tenê dikarin bera xwe bidnê û wêneyan digel de bikêşin.

Bi hegera siyasetê çepele rejîmê û dorpêçên abûrî li ser Îranê, herwisa dizî û fesada deshilatdaran, pêşkêşkirina hemî serwet û heyîya xelkê Îranê bi girûpên terorîstî di welatên deverê û dîktatorê Sûriyê Beşr Esed, xerc kirina hemî Serweta Îranê bo berbipêşxistina emrazên şer û Mûşekan û bernama Navokî, hemî ser hev bûne sebeb ku rewşa jiyana xelkê Îranê çend qat zêdetî xirab be.

Ji aliyekî dinê jî bêkarî û bê dahatî û giraniya zêde pêsîra xelkê girtiye.