Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwazaya Kurdistanê ber bi jinavçûnê

14:08 - 11 Tebax 2014

Keyhan Yosifî

Di van rojan de, û li aliyê din yê bajarên Kurdistanê û li qontara zincîre çiyayênZagros, dûman û reşayiya bi cihmayî ji şewitandina darberû û darên din firîna teyrûtevalan jî asteng kiirne, da ku ne tenê li bilindahiyên esman, belkû li cihekê de kêmeke bêhneke rehet vedin.

Daristan mijûl in ku dişewtin û hawara metirsiyê bo nivşên pêşerojê ji xak ve tê bihîstin û deshilatdarên hikûmetî xemsar û bê xeyal ji her nîgeraniyekê çav û guhê xwe girê dane, û di piraniya haletan de,eva bixwe ne ku biryara agirberdana rasterast û ne rasterast li daristanên Kurdistanê derdikin. Çiyayên Kurdistanê cengelî ne, û zêdetir ji 4 milyon hiktarî her ji derdora gola urmiyê ve bigre heya Loristanê daristan in. Lê ew daristan her sal û bi destpêkiirna demsala germê, mijûl e ku dibin rejû.

Ew darên ku piştî çend salan bilind bûne, ji nişkêve têne jinavbirin. Xelkê Kurdistanê ji wargehên xwe hez dikin, lewra bi pêkanîna civatên jîngehparêz û girûpên agirvemirandinê, erkên organên hikûmetî bi tenê û bi dest betal girtine stûyê xwe. Eva di demekê de ye ku carna ji aliyê organên emniyetî ên rejîmê ve, û bi hêcetên bê bingeh têne girtin.

Nihêniya diramaya şewitandina daristanên Kurditanê bo hemû aliyekê eşkere ye û encamderên wê jî ew kes in ku li ser kursiyê deshilatê rûniştine.
Şeş hezar kîlometra çar goşe ji ava gola Urmiyê ji nav çûye, û nerazîbûna xelkê nekariye karbidestên rejîmê neçar bi bersivdanê bikin, herwisa wiha diyar e ku ew bixwe bi zanebûn hewleke bi vî rengî dane, û hişikkirina vê golê û ew kirîza ku mijûl e pêsîra zêdetir ji 6 milyon xelkê hermê digre, wisa diyar e ku ji bo berpirsyarên hikûmetî gellek giring nebe, û bê buhatir be ji hizbulaha û Hemasê, ku budceya milyardî ya vî welatî bedla rizgarkirina gola Urmiyê diçe berîka wan de.
Di nav dilê Hewraman de rûbarê herî kurt ê cîhanê wate Kanî Bill, ber bi çikbûnê ve diçe. çikbûn li jêr zêdetir ji sed metr bilindiya ava bendava deryayê. Bendavek ku li gorî gotina karnasan, xisarên wê bo ekosîstema herêmê ji qazanca wê zêdetir e.

Yek ji malperên hikûmetî ên Îranê “kurdpress”, di raporekê de nivîsandibû ku hekî bo firotina her bitlekê ava kanzaya Kanî Bill sed tûmen bê wergirtin, ew kanyaw di yek salî de nêzî 650 milyard tûmen dahata wê heye, dahatek ku zêdetir ji qazanc û dahata durustkirina bendava Daryan e, vê kanyawê şiyana dabînkirina ava vexwarinê ya zêdetir ji du milyon kesî heye.

Lê serbarê nerizayetia çalakên jîngehê û anîna belgeyan, birêveberê pirojeyê li ser jinavbirina vê kanyawê pêdagir e, herçend li gorî gelaleya pêşniyarkirî ya şêvirmendan jî , dikarin bendavê çê bikin û Kanî Bilîî jî nehê jinavbirin.

Ji aliyê çalakên kultur û jîngehparêz ve kempeyn û girûpên cur bi cur ji bo nerizayetî eşkerekirina li dijê jinavbirina xwazaya Kurdistanê hatine pêkanîn. Mixabin heya niha van hewl û tekoşînan nekariye bandorê li ser rizgarkirina xwazaya Kurdistanê danên. Wate dengê van çalakan ew qas bihêz nine ku bikare karbidestan neçer bi hilgirtina pêngavên micid bike.

Pirsyarek ku dibe berbirûyê xelkê Kurdistanê bê kirin ev e ku çima di warê cîbicîkirina erkên xwe derheq nivşa pêşerojê berpirsyar nînin û ji rêkxirawên xelkî piştevaniyê nakin.

Gelo ma heya niha bîr ji vê kirine ku nawendên yasadanînê ên welat û bajar, weke Mecilîsa Şêvra Îslamî û Şêvrên Gund û Bajaran, bi nav nûnerên wan mijûlî çi ne, û çima berpirsyar nînin di hemberî xwezaya Kurdistanê de? Gelo erka parastina xwezaya Kurdistanê tenê erka çend kesên çalak di warê jîngehê de, û çend kes ji xelkê gunadan e? Xwezaya Kurdistanaê sermayeyek giştî û neteweyî ye û tewahiya tex û qatan di parastina wan de berpirsyar in, lê ya ku heya niha jî hatiye dîtin, eva ye ku gellek kes di cîbicîkirina vê erkê de xemsar in, û metirsiyeke micid ku li ser nivşa niha û ên pêşerojê heye ew e ku xwazaya Kurdistanê li ser lêva kendalê jinavçûnê ye.