Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xweamadekirin bo teslîmbûn

21:49 - 6 Adar 2021

Kerîm Perwîzî

Her ji naverasta Havînê ve navendên hizrî û lêkolînî bo wan rohn bibû ku “Donald Trump” û Komarîxwaz hilbijartina serokayetiya Amerîkayê derdidin û Serokê paşerojê dê “Biden” be. Welatên cîhanê jî xwe bo dewra piştî “Donald Trump” amade dikirin û nemaze Ewropayiyan gelek girîngî bi lêdwan û axavtinên “Trump” nedidan û mijûlê amadekarî bo piştî “Donald Trump” bûn.

Lê Komara Îslamî bi awayek din xwe bo piştî “Donald Trump” amade dikir ku li tev siyaset û têgihîştinên mirovayetî cudatir bû!

Rejîma Komara Îslamî dizanî ku hatina serkar a her dewleteke Demokrat bi wateya vê nîne ku tev deriyekê ber bi wê ve vekin û tev dorpêçan rakin, belkî vêdebirina dorpêçan dixine nav lîsteyên danûstandinan, lewma hewcehiya wê bi vê yekê hebû ku bi destê pir ve!! Here dewranên piştî “Donald Trump” û ser maseya civînê, her lewma givaş, gef û aloziyên xwe di deverê de zêdetir kir û pêngavên xwe yên li dijî yasa û rêkkevtina di warê navkî de tundtir kir û heta mêtala Oraniyoma xwe jî berhem anî ku tenê bo çeka navkî nebe bo çi tiştek din bikar nayê.

Ev bo ser maseya civîn û danûstandinê bûn da ku li dema teslîmbûn bi Amerîka û Ewropaya ku cardin ji hev nêzîk bûne, hin puanan werbigre.

Lê hem Ewropa û Amerîka mercên zêdetir bi ser de disepînin û hem jî dinya guherî ye. Komara Îslamî tê neçarkirin li hin beşên din de paşekêşeyê bike û di rastî de dibe here li ser maseya teslîmbûnê, lê ew teslîmbûna bi cîhanê, di demekê de ye ku sedan milyard Dolar zirar gihandiye xelk û aboriya Îranê û tev welat kavil kiriye û teslîmbûna wê ya direngdem, gelek pirsyaran di navxwe de diafirîne.

Ew pirsyarên mezin ku di nav xelkê Îran û netewên sitemlêkirî de têne afirandin, ev jî rejîmê ditirsînin û rejîm jî bo pêşîgirtin bi wan pirsyarane û tirs ji keliyana civatgehê di paşerojeke nêz de, di çend mehan pêş de dest avêtiye bi serkut û tepeseriya xelkê li carên berê zêdetir û di nav neteweya Ereb û li Belûçistan û li Kurdistanê bi awayekî hirbûyî ve reftarê dike.

Komara Îslamî her wek Havîna 1367`an a Rojî ku teslîmê mercên Netewên Yekgirî bibû, di navxwe de dest avêt bi kuştina girtiyên siyasî, û di niha de jî ku xwe bo teslîmbûn bi dinyaya derve amade dike, amadebûnên xwe di navxwe de bi vê dizane ku hem xelkê zêdetir serkut bike û hem xwe yekdesttir bike.

Lê ya Komara Îslamî lê tê negihîştiye eva ye ku ne cîhan û dever li rewşa rêkkevtina Brecamê de ne û teslîmbûneke din lê dixwazin, hem jî rewşa nav Îranê û di nav netewên Îranê de wekî serdemê sala 1367`an nîne û civatgeh bi tundî mijûl e ku dikele!