Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwedî ajel û zozançiyên bajarê Makoyê rastî pirsgirêkên micid hatine

12:15 - 11 Kanûna pêşîn 2021

Bi sedema bilindbûna nirxa hewcehiyên xwedîkirina ajelan û herwisa alîkarînedana nevendên pêwendîdar, xwedî ajel û zozançiyên devera Makoyê, nikarin hewcehiyên xwe dabîn bikin û bi neçarî ajelên xwe difroşin.

Berpirsê Karûbarê Gund û Zozançiyan (Omûr Eşayirî) yê parêzgeha Urmiyê “Elî Nacî” tevî îşarekirin bi nizimbûna asta geşekirina deverên gund û zozançiyan gotiye: “alîkarîdanên dewletê bi qasa hewce nebûne”.

Bilindbûna nirxa hewcehiyên xwedîkirina ajelan wekî, “ka, once, ceh, giya û konsantire” bûne sedem ku xwediyên wan ajelan nekarin wan dabîn bikin û beşek zêde ji ajelên xwe bifroşin û herwisa zozançiyan jî bi sedema nebûna çêrîngehan ku piraniya wan li ser sînoran in û bi piranî hatine milîtarîzekirinê, nekarîne ajelên xwe xwedî bikin ku hejmara wan ajelan 230 hezar pez û 17 hezar ajelên din in”

Bi wê sedemê berhemmên şîr, goşt û berhemên wan di wê deverê de gelek daketiye, di wê deverê de zêdetir ji 92 gund hene û zêdetir ji 24 hezar malbatan têde dijîn û herwisa rêjeya betalan jî gelek zêde bûye.

“Elî Nacî”  bi cihê çareserkirina wan pirsgirêkan gotiye ku hewceye xwedî ajel û zozançiyên wê deverê rêje û hejmara ajelên xwe tomar bikin û pilakan bi guhê wan bidin.