Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwedî derketin ji Hidayet Ebdullapûr, ji aliyê Parlementarê Ewrûpa

13:20 - 20 Gulan 2020

Pêtrî Servama, endamê parlemana welatê Fênlandê di Parlemana Yêkitiya ewrûpa de, di nameyekê de bo Balyozê rejîma Îranê li Birûksêlê, tevî xûyakirina nîgeraniya xwe li ser qedera hepsiyê siyasiye Kurd hidayet Ebdullapûr, daxwaz ji deshilatdarên rejîma îranê kiriye ku zilm û zora li ser cudahizran û xebatkarên siyasî û girtiyên kurd rawestînin.

Di parek ji nama Pêtrî servama de tevî nîgeraniya xwe ji çarenivîsa girtiyê siyasiye kurd Hidayet Ebdullapûr ku ji aliyê rejîma Îranê ve Hikmê Sêdarê bi serda hatiye sepandin, herwisa daxwaz kir ku bila rejîma Îranê zaniyariyên zelal li ser rewşa hidayet û cihê ragirtina wî  bide.

Pêdiviyê gotinê ye ku eve Parlemanterê dûyem yê Yêketiya Ewrûpa ye ku di çend rojên derbas bûyî de nama fermî bo Balyozê Îranê li Biroksêlê dihinêre û piştîvaniyê ji Girtiyê siyasi ye Kurd Hidayet Ebdullapûr diket.