Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwedî dukanên Sîlvanayê xwenîşandan lidar xistin

12:36 - 10 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Xwedî dukanên bajaroka Sîlvanayê derheq kiryara berprisên gendel yên rejîmê di vî bajarî de, xwenîşandan lidar xistin.

 Piştî derketina şer û aloziyan di navbera xelkê xwedî milk yên bajarê Sîlvanayê û saziya Te`avoniya Zêve û Sîlvana, roja Pêncemî 9`ê Gulana 2019`an, xwedî dukanên Sîlvanayê ji bo berevanîkirin ji mafê xwe û herwisa pêşîgirtin ji destpîsiya berpirsên Te`avoniyê, li pêş deriyê Bexşdariya Sîlvanayê xwenîşandan lidar xistin.

Xwedî dukan wiha dibêjin: Van çendîn salan berê niha ev dukanane kirîne û niha piştî derbazbûna 40 salan bi ser de, bi sebeba vê îd`aya Te`avoniya gundan ev bê çarenivîsin , û hindek ji xwedî dukanan nêzîkî 120 milyon Tûmen pere bo nûkirina dukanên xwe xercê kirine, lê, niha Te`avonî dibêje bi bê beramberî dibe van dukanan radestî vê bikin û piştir her yek dukanî bi qasî 200 heya 300 milyon Tûmenî  wê bifiroşin bi van.

Ev kiryara Te`avoniyê di demekê de ye ku, ev dukanane nêzîkî deha salin ku çalakin û ji aliyê komîteya karûbarê koçberên mêhvan li bajaroka Zêve ji xelkê xwecihî re hatiye radestkirin, û sedan malbat ji riya van dukanan debara jiyana xwe dabîn dikin.

Ev Te`avoniya piştî çendîn salan bêdengî niha, ku rejîmê rastî tengahiyan hatiye, dixwaze bi dest biserde giritina erdê xelkê kêm dahat, perekî ji vê rêyê dest xwe bixîne.

Rejîma gendel piştî bi heder dana hemû serwet û samana welat, niha jî xelkê bê mertal azar û ezyet dide û bi zorê dest bi ser milkên van de digire da ku, bi wî away bikarin cihên gendeliyên çend hember yên xwe bipeçên.