Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwediyên zewiyên silq (çoxender)an kombûnên nerazîbûnê lidar xistin

12:33 - 14 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Xwediyên zewiyên silq (çoxender)an, li bajarên cuda yên Kurdistanê, bi sebeba paramana perê berhemên xwe ji aliyê dewletê ve, kombûnên nerazîbûnê lidar xistin.

 Roja Duşemî 13`ê Gulana 2019`an, li bajarên cuda yên Kurdistanê yên wekî, bajarê, Neqede, Pîranşar, Şino, Bokan û Mehabadê, xwediyên zewiyên silq (çoxender)an, bi sebeba paremana berhemên xwe yê sala 1397`an, ji aliyê dewletê ve, kombûnên nerazîbûnê lidar xistin.

Cotiyarên bajarên Kurdistanê bi sebeba nedana perê berhemên xwe yê bi qasî 38 milyard Tûmenî yê sala 1397`an nerazîbûna xwe nîşandan.

Her di vê pêwendiyê de, Selman Qudiretî, serokê heyeta birêveberiya sênfî ya cotiyaran di vê derheq de got: Xwediyên zewiyên silq (çoxender)an bi sedeba nedana perê berhemên xwe û herwisa derheq kesên ku nirxa berhemên van diyarî dikin şareziya hewce di vê derheqê de nînin nerazûna xwe nînşan dane.

Ev yekem car nine ku, cotiyarên Kurdistanê li hemberî xemsariyên berprisên rejîmê, û derheq dabîn nekirina hewcehiyên cotiyarî û nedana perê berhemên van, kombûnên nerazîbûnê lidar dixînin.

Bi sebeba xemsarî û nepberpirsbûna rayedarên rejîma Îranê li hemberî rewşa aloz ya aboriya welat û belatbûna karxane û navendên Pîşeyî, tex û qadên cuda yên civakê nerazîbûna xwe nîşan didn û herwisa di heyama çend rojên derbazbûyî de, xwendekarên zanîngehên bajarên Tevrêz û Tehranê jî, bi sebeba tundtîjiyên hêzên înitzamî yên rejîmê meşên nerazîbûnê lidar xistibûn.

Xelkê Îranê ji destpîsî, lêhatînebûn û xemsariyên rayedarên rejîmê bêzar bûne, êdî tu tirsek ji tundtîjî û hovîtiyên dezgehên serkutkar yên rejîmê nînin û roj nine ku kombûnên nerazîbûnê li bajarên cuda yên Îranê lidar nexînin.