Kurdistanmedia

Duşem 22 Tîrmeh (Temûz) 2019
Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwefiroşek li bajarê Merîwanê, kevte ber guleyê Teyrên Zagiros

17:37 - 26 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Teyrên Zagirosê, xwefiroşekî bermalîsê Spaha Pasdaran a terorîst li bajarê Merîwanê, çavtirskirin.

Teyrên Zagiros di weblaga xwe de ragihandine ku, bi merema agehdarkirina, xwefiroşekî bermalîsê Spaha Pasdaran a terorîst li bajarê Merîwanê, çavtirskirin.

Roja Sêşem 3`ê Pûşpera 1398`an, caşî xwefiroş yê bi navê Şaho Pîrozî xelkê gundê “Nê” a girêdayî bajarê Merîwanê, rastî guleyê Teyrên Zagirosê hat û tiromibîla wî dane ber gulereşandin û li kar ket.

Ew care, Teyrên Zagiros bi qestî xwe li cezayên yekcarî parastin û tevî wê ku Du carên din jî navbirî agehdarkiribûn ku dest ji nîştimanfiroşiyê berde, wê carê jî wekî dawî derfet, jiyana wî parast.

Herwisa Teyrên Zagirosê ragihandin: “Tevî wê ku singê me vegiriye û em bêhnfirehin, û tu xwsefiroşek di jêr çavdêriya me de bezir nabe û di hegera guhnedan bi agehdarkirina Teyrên Zagiros, cezayê Tawanên wan dispêrin bi guleya germ a çekên xûrtên Nîştimanê.

Teyrên Zagiros, koma Zirêbar

5`ê Pûşpera 1398`an