Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwefiroşekî teqe li du hevwelatiyên Kurd kir

19:26 - 30 Gulan 2018

Kurdistanmedia: Kirêgirtiyekî ser bi rejîma Îranê, di bajarê Şinoyê de, teqe li du hevwelatiyên Kurd kir û ev birîndar kirin.

 Li gora nûçeya gihîştî malpera “Kurdistanmedia”yê, kirêgirtiyekî girêdayî rejîma Îslamî a Îranê yê bi navê, “M.I`” xelkê gundê “Xanler” a girêdayî bajarê Şinoyê, li ser pirsgirêka avê ku di navbera wan de alozî çê bibû, wî kirêgirtiyê rejîmê teqe li wan du hevwelatiyên Kurd kiriye û di encama vê teqeyê de jî ev birîndar dibin.

Nûçegihanê malpera “Kurdistanmedia”yê, di vê derheqê de eşkere kitiye ku: Piştî dirustbûna alozî û birîndarbûna du hevwelatiyan, wî kirêgirtiyê rejîmê digel hêzên Spaha Pasdaran yên di deverê de pêwendî girtiye û îdi`a kiriye ku armanca wan du hevwelatiyên birîndar, kuştina wî bûye.

Herwiha nûçegihanê “Kurdistanmedia”yê, ragehandiye ku, ev du hevwelatiyên kurd yên birîndar ser bi malbata “Kaban in”.

Her di vê derheqêde jî,nûçegihanê“Kurdistanmedia”yê, ragehandin ku, hêzên xwefiroş yên girêdayî Spaha terorîstî a Pasdaran a rejîma Îranê, di bilindahiyên “Kêleşînê” û “Dolmeydan”ê de, bosiye dadinên.

Herwuha nûçegihanê “Kurdistanmedia”yê, day zanîn ku, hêzên xwefiroş digel hêzên Spaha terorîstî a Pasdaran a rejîma Îranê, piştî vê ku di wan cihan de boseyê didanên, di gundên weke “Celdiyan û Şêxan” de jî bosyê didanên.