Kurdistanmedia

Çarşem 21 Çirriya pêşîn 2020
Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwekujî di Îranê de zêde bûye

11:55 - 30 Îlon 2020

Amarên xwekujî di demsala bihara îsal de, pêka sala derbasbûyî bi qasî %23 zêde bûye û herwisa xwekujî di cihên giştî de jî hatine kirinê ku bi nîşandeka nerizayetî di civakê de ye.

Amara Xwekujî di Îranê de, li sala 1398an zêdetir ji 5 hezar kesî bûye, lê di sala 1399an de, di demsala biharê de pêka sala 1398an, %23 zêdetir bûye û herwisa ew amar zêderir jî dibe.

Niha xwekujî ne bi tenê di nav mal û cihên kar de têne kirin, belkî di berçavên xelkê û di cihên giştî de jî xwekujî têne kirin.

Xwekujiyên di cihên giştî û berçavên xelkê bi nîşandeka nerizayetî ji rewşa civakê têne kirin û tevî ku rejîma Îranê wan bi nexweşên hundirî dide zanîn, lê wan kesên ku dest bi wan core xwekujiyan kirine kesên asayî bûne û ti nexweşiyek tinebûne.

Pêka amarên belavbûyî, berê xwekujî bi piranî di temenê 15 heta 45 saliyê de bûne, lê niha temenê kesên ku xwe dikujîn daketiye, wekî mînak, di sala 1399an de, Zeyneba 11 salî di parêzgeha Îlamê de bi sedema hejariyê xwe kuşt.

Hejarî, bêdadî, nebûna berpirsên bi wec, dizî û gendeliya siyasî û cudatîdanînên eşkere ji aliyê birêveberan ve û bêhêvîbûna xelkê ji çareseriya pirsgirêkan û bilindbûna qasa Felaketa bi qasî %52 di Îranê de, ji hegerên serekî yên wan xwekujiyan in.